PDK û YNK: Divê gavên avakirina kabîneya nû berdewam bin
Şandên danûstandinan ên PDK û YNKê civiyan û hevnerîn bûn ku, divê bizavên cidî bên kirin da ku gera şeşê ya Parlamentoya Kurdistanê di Îlona bê de dest bi kar û çalakiyên xwe yên asayî û qanûnî bike.

Şandên danûstandinan ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) doh (Pêncşem, 14ê Tebaxa 2025ê) li bajarê Hewlêrê civiyan.
Her du aliyan piştî wê civînê daxuyaniyeke hevpar weşand û tê de amaje da, “Li jêr ronahiya wan bingeh û prensîpên ku di dîtina hevpar a di navbera her du aliyan de lihevkirin li ser hatiye kirin û gavên ku ji bo rêkxistina xebata hevpar ji bo qonaxa bê ya desthilatdariya Kurdistanê hatine avêtin, pêşveçûneke mezin peyda bûye.”
Li gorî wê daxuyaniyê, bi liberçavwergirtina rewşa heyî ya deverê û pêşketinên ku diqewimin, ji bo rêzgirtina li hez û îradeya xelkê Kurdistanê, her du alî hevnerîn bûn ku divê bizavên baş û cidî bên kirin da ku gera şeşê ya Parlamentoya Kurdistanê di Îlona bê de dest bi kar û çalakiyên xwe yên asayî û qanûnî bike.
Her du aliyan tekez li ser pêdivîtiya berdewambûna gavên din ên avakirina kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir.
Nûvekirina herî dawî: 11:05:17