Serok Barzanî: Divê hemû alî vegerin ser peymana sereke

Serok Mesûd Barzanî rewşa siyasî ya Îraqê ya piştî sala 2003yan bi bîr anî û got, “Divê hemû alî vegerin ser peymana sereke.”

25 Tebax 2026 - 10:56
25 Tebax 2026 - 10:56
 0
Serok Barzanî: Divê hemû alî vegerin ser peymana sereke

Serok Mesûd Barzanî duh bi serok û endamên Encûmena Parêzgeha Selahedînê re civiya.

Di civînê de tekezî li ser biratiya pêkhateyan û girîngiya bicihanîna Destûra Îraqê hat kirin.

Şandeya mêvan ji ber salvegera 80yî ya damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pîrozbahî li Serok Barzanî kir.

Wan rola wî ya dîrokî ya di avakirina "Îraqa nû" de bilind nirxand.

Spasiya Pêşmergeyan kir

Endamên Encûmena Selahedînê spasiya Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê kir.

Wan anî zimên ku di dema êrişên DAIŞê de, deriyên Herêma Kurdistanê ji bo koçberên parêzgeha wan hatine vekirin.

Şandeyê ev helwest wekî "nimûneya bilind a mirovdostî û biratiyê" pênase kir.

Her wiha qurbaniyên ku Hêzên Pêşmergeyan ji bo ewlehiya herêmê û parastina pêkhateyan dane, bilind hatin nirxandin.

 Şandeya mêvan xwest ku hevahengiyeke xurt di navbera yekîneyên îdarî yên parêzgeha Selahedînê û parêzgehên Herêma Kurdistanê de hebe.

Bi gotina wan, bi vî awayî ew dê karibin ji tecrubeya serkeftî ya avadankirin û îdarî ya Herêma Kurdistanê sûdê wergirin.

"Destûra Îraqê nexşerê ye"

Serok Barzanî bi germî xêrhatina şandeyê kir.

Serok Barzanî destxweşî li wan kir ji bo wê hevahengî û bihevrejiyana ku di navbera pêkhateyên neteweyî û olî yên Selahedînê de heye.

Serok Barzanî kurteyek ji dîroka tevgera rizgarixwaz a Kurdistanê pêşkêş kir û tekez kir ku biratî û wekhevî, bingeha jiyana li Îraqê ye û got:

"Spas ji bo Xwedê, rejîmên berê yên Îraqê nekarîn nakokiyên siyasî yên gelê Kurdistanê yên bi hikûmetan re, bikin nakokiyên navbera gelên Îraqê.

Biratiya me ya bi gelê Ereb û pêkhateyên din re her dem mayînde ye."

Serok Barzanî li ser rewşa siyasî ya Îraqê ya piştî sala 2003yan jî destnîşan kir ku divê hemû alî vegerin ser peymana sereke û got:

"Destûra Îraqê nexşerêyeke guncaw e ji bo çareserkirina hemû wan pirs û astengiyên ku niha hene."

Serok Barzanî di dawiya civînê de, bersiv da pirs û têbîniyên endamên encûmenê yên li ser rewşa siyasî, ewlehî û îdarî ya herêmê û nêrînên xwe yên ji bo paşerojeke aramtir parve kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 1 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:56:09