Serok Barzanî: Madeya 140 nayê jibîrkirin û em dest jê bernadin
Di kernevala dawî ya bangeşeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo piştgiriya Lîsteya 275'an de li Hewlêrê, Serok Mesûd Barzanî gotarek pêşkêş kir û nexşeya çareserkirina pirsgirêkên bi Bexdayê re eşkere kir. Serok Barzanî tekez kir ku divê Iraq vegere ser sê bingehên sereke yên ku di sala 2003'an de li ser hatibûn avakirin: Hevbeşî, Hevsengî û Lihevkirin.

Deqa gotara Serok Barzanî li Hewlêrê:
"Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan"
Xwişk û birayên hezkirî, hevalên hêja. Dilxweşiya min nayê vegotin ku îro di xizmeta we de me. Hemû bi xêr hatin, ser ser û ser çavan.
Ezîzan, amadebûna we bi vê hewesê, bi van moralên bilind, her dem hêviyê dide me.
Wek hûn jî agadar in, sê çar rojên me ji bo hilbijartinan maye. Hilbijartin rêya herî rast e ji bo ku gel biryarê li ser qedera xwe bide û raya xwe bide. Û ji bo me, ev meseleyeke bingehîn e. Hilbijartina vê carê jî, em dizanin guhertin di ser kursiyan de nayê, ji ber ku berê kursî hatine destnîşankirin. Lê, me beşdarî kir ji ber du sedemên sereke:
Yekem, gelek ji dost û hevkarên me yên Ereb û dostên me yên li derve, hemûyan daxwaz kirin ku em beşdar bibin. Û peyamên gelek erênî ji gelek dostên me, ji hevkarên me yên li Bexdayê gihîştin me, ku dibe ev hilbijartin rast e kursiyan naguhere, lê dê rê li ber vegerandina pêvajoya siyasî li Iraqê ber bi rêya xwe ya rast ve bide. Ku ev derfeteke gelek baş e. Ji ber vê yekê em beşdar bûn û ligel wan dostan, wan hevbîran ên ku wisa difikirin ku Iraq pêwîstiya wê bi reformên bingehîn heye, em jî destên xwe dixin destên wan û hemû hewlan didin.
Sedema duyemîn, ji bo ku giraniya PDKê ji hemû aliyan re were nîşandan. Lewma, ez ji we daxwaz dikim, her çend ez di wê baweriyê de me ku hûn ne hewceyî şîretan in, lê dengdana ji Lîsteya 275 re, ji bo ku bibe bersivek ji bo hemûyan ên ku bi xeyalan dijîn.
Hevalno, PDK çavên wê zelal in, PDK dizane çi dixwaze û dizane çi dike.
Wek min got, heger ev hilbijartin wê derfetê bide ku em ligel hevkar û dostên xwe yên din karibin rewşê çareser bikin û pêvajoya siyasî vegere ser rêya xwe ya rast, ev dê bibe bernameya PDKê. Bernameya Partiyê ji bo pêşerojê.
Yek, divê yasaya hilbijartinan were guhertin, vegere yek-dorhêliyê li ser bingeha lîsteyên partiyan an lîsteyên nîv-vekirî. Bi vê qanûna ku niha heye, qanûneke neheq e, qanûneke ku mafê hemû aliyan winda dike tenê çend alî ku li gor dilê xwe çêkirine. Ji ber vê yekê ev qanûn nabe û em ê karekî ciddî bikin ji bo guhertina vê qanûnê. Ne maqûl e ku kursiyek li Hewlêrê bi 40 hezar dengan be, rêjeya beşdariyê 70-80%, lê li parêzgeheke din li Iraqê, li başûrê Iraqê, heman kursî bi 2000 dengan be û rêjeya beşdariyê jî 20% an jî kêmtir be.
Du, em hewl didin ji bo damezrandina Encûmena Federal an Meclisa Yekîtiyê (Meclîsa Îttîhadê), ku ev dê bibe garantiyek ji bo mafên Herêmê û mafên parêzgehên din ên Iraqê jî.
Divê qanûnek taybet bi bac û xercan were derxistin.
Maddeya 140 ne tê ji bîr kirin, ne jî dest jê tê berdan, divê were cîbicîkirin.
Li vir ez dixwazim ji wan xwişk û birayan ên li deverên derveyî îdareya Herêmê re bibêjim, piştrast bin hûn di dilê me de ne.
Derxistina yasaya neft û gazê, bi awayekî ku li gor destûrê be, ji bo ku êdî tu hincetek li destê wan ên ku li Bexdayê bi her tiştî dilîzin nemîne.
Tazmînkirina zirarêdîtîyên Enfalê, yên kîmyabarankirî û gundên wêrankirî, ev erka hikûmeta Iraqê ye û divê wê cîbicî bike.
Ya herî girîng ew e, vegera Iraqê ye ser sê bingehên ku li ser wan bingehên Iraqê nû piştî 2003 hate damezrandin. Ew jî hevbeşî, hevsengî, lihevkirin. Di konferansa Londonê de, berî hilweşandina rejîmê, li ser van sê bingehên lihevkirin hate kirin. Û ruhê destûrê îlhama xwe ji wan sê bingehên girtiye. Eger em vegerin ser wan sê bingehên, êdî ti pirsgirêk li seranserê Iraqê namîne, ne di navbera Herêm û Bexdayê de, ne jî di parêzgehên din de. Vegera li destûrê. Em pabendê destûrê ne, kes bi qasî me bi wê destûrê re xebitiye. Wê demê jî min got ev destûr bê kêmasî nîne, lê ew qas taybetmendiyên erênî tê de hene ku em wê tesdîq dikin. Û heger bihata cîbicîkirin, gelek ji wan pirsgirêkên ku qewimîne, nediketine serê me.
Eger ew sê bingeh vegerin, û pabendî bi destûrê were kirin, êdî em ê ji zilm û sitemkariya navendparêziya zordar xilas bibin. Hemû gelê Iraqê dê bi aramî bijî û êdî kes nikare li gorî dilê xwe, bi meseleya mûçe û budçeya Herêmê û mûçeya gelê Herêmê bilîze, ku ji bilî zilmêke mezin, heqareteke mezin bû ji bo xwîna şehîdên me, ku divê ev dubare nebe.
Hevalno, ezmûnê nîşan daye ku hikumdarî li Iraqê tenê bi yek netewe an yek pêkhateyê nabe, divê bi hevbeşî be, divê em şirîk bin eger bixwazin Iraq aram bibe, pêş bikeve, pirsgirêkên wê nemînin, veger ser şeraketê ye, an jî em bibêjin hevbeşî, hevsengî û lihevkirin. Êdî em ê hemû hewlan bidin ji bo ku ev cîbicî bibe.
Ya din, carinan em gefên hin kesan dibihîzin, an jî hin kes welatperweriyê bi yên din difiroşin, an jî dipirsin gelo hûn pabendî Iraqê ne an na? Wekî ku Iraq milkê wan be.
Di konferansa Londonê de, bingeha wê Iraqê hate danîn û me roleke sereke tê de lîst. Di hilweşandina rejîma dîktator de, Pêşmerge û gelê Kurdistanê roleke sereke lîstin. Di damezrandina Iraqê û destûrê de, gelê Kurdistanê roleke sereke lîst. Erê, em bi Iraqê re ne, lê Iraqek ku em şirîk bin, hevseng bin, hevbeş bin. Ne Iraqek ku komek mafya werin û wê dagir bikin û bi rê ve bibin. Em bi Iraqeke federalî, demokratîk, pirneteweyî, pirpartî, pirrêlîgî, pirmezhebî re ne. Em bi Iraqeke dîktatorî re ne bûne û nabin.
Em bawerî bi jiyana hevbeş tînin. Ew çanda ku ji me re li Kurdistanê maye, em pê serbilind in. Di hemû boneyan de, li hemû cihan ku behsa çanda jiyana hevbeş li Kurdistanê tê kirin, em hestekî mezin ê serbilindiyê hîs dikin. Divê em wê çandê biparêzin û kûrtir bikin. Me ti pirsgirêk bi ti neteweyekê re nîne. Em û Ereb bira ne. Pirsgirêka me bi şêwaza rêveberiyê re ye.
Piştî 2003, em li ser şêwaza rêveberiyê li hev kirin. Destûrê rê nîşan daye. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku destûr bibe hakem di navbera me û her kesê ku li Iraqê hakim be.
Em hemû netewe û ol û mezheban piştrast dikin, li Herêma Kurdistanê ku em bi dil û can wan diparêzin û mafên wan parastî ne. Her tiştê ku ji destê me tê ji bo hemû cih û beşên din ên Iraqê jî, em ê wan biparêzin.
Şîreta me ji bo namzedên me, wek ku berê jî min behs kir, şîreta me ji bo wan ew e ku tenê xwe wek nûnerên Herêma Kurdistanê nebînin, belkû xwe wek nûnerên hemû parêzgehên Iraqê bibînin û li her derê ku li ser her takekî Iraqî zilm hate kirin, wî biparêzin çawa ku yekî Hewlêrî an Dihokî an Silêmanî an Kerkûkî diparêzin.
Hêvîdar in ku Iraq tevlî wan nakokiyên ku îro li herêmê hene nebe û gelê Iraqê were parastin û ji her nebaşî û karesatekê dûr be, Iraq nebe qada nakokiya di navbera wan dewletan de, ev karekî bingehîn e, tişta ku ji destê me tê ji bo vê armancê, ne me derengî kiriye, ne jî em ê derengî bikin.
Hîn jî gefên ciddî li ser Herêm û Iraqê hene, wek teror û ramanên tundrew. Temam nebûye û li gelek cihan xwe ji nû ve organîze kirine û bernameyên wan ji bo karên terorîstî hene. Yên ku li gor dilê xwe dibêjin teror bi dawî bû, di rastiyê de teror bi dawî nebûye.
Metirsiya duyemîn, meseleya madeyên hişbir e, ku bi bernameyeke rêkûpêk, dixwazin gelê Kurdistanê perîşan bikin. Plana herî metirsîdar û çekên herî metirsîdar, bikaranîna wan madeyên hişbir e ku malên me wêran dikin. Divê em bi hemû hêza xwe li hember wê biparêzin. Û her wiha, heman bername ji bo hemû deverên din ên Iraqê jî hebûye.
Lê yek ji karên me yên sereke ew ê be, yên ku bazirganiya madeyên hişbir dikin, yên ku kargehên madeyên hişbir damezrandine, çi li Herêmê, çi li Bexdayê, li deverên din, divê werin dadgehê û werin cezakirin.
Li ser rewşa me ya navxweyî li Herêmê, wek hûn jî dizanin, salek bi ser hilbijartinên Herêmê re derbas bû. Her piştî ku encam hatin ragihandin, me daxwaz ji hemû aliyan kir ku werin hikûmeteke berfireh ava bikin. Kurdistan milkê me hemûyan e. Hin ji wan, an jî piraniya wan, nehatin û opozîsyon hilbijartin. Em hurmetê didin hilbijartina wan. Mesele li ser PDK û YNKê maye. Piştî gelek civînên di navbera şanda PDK û şanda YNK de, li ser du eksên bingehîn xebitîn, yek şêwaza rêveberî û îdareya hikûmetê, ya din dabeşkirina postan. Li ser xala yekem gihîştin lihevkirinê, li ser xala duyemîn jî min şîret li şanda PDKê xwe kir ligel Mekteba Siyasî jî ku di hember YNKê de nermiyeke zêde nîşan bidin. Lê mixabin, ew agahdariya ku berê ji me re dabûn ku YNK dixwaze demê bikuje heta hilbijartinên federalî yên Iraqê temam bibin, wê demê bifikirin gelo werin hikûmetê an na. Bê guman ew rewş, rewşa berî hilbijartinan, dibe ku piştî hilbijartinan ew rewş wek xwe nemîne û namîne.
Em gelek kêfxweş in ku dibînin pêvajoya aştiyê li beşên din ên Kurdistanê, dest pê kiriye. Ev gelek û gelek hêvîdar e û em bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin vê pêvajoyê û hêvîdar in înşallah Xwedayê mezin serkeftinê bide wê, ew pêvajo bigihêje encamê ji bo ku xêra hemû aliyan tê de hebe.
Careke din, ez bi qasî ku ez bi vê pêvajoya aştiyê ya ku li beşên din dest pê kiriye kêfxweş im.
Pêşeroj hêvî ye, îrade ye, zelalî ye, plan e. Ev e pêşerojek ku PDK wê dibîne û ji bo wê dixebite.
Hêviya me gelek e, îradeya me xurt e, çavê me zelal e, û planên me yên pêkhatî hene. PDK û Hikûmeta Herêmê, hêvîdar in hemû aliyên din jî ligel me beşdar bibin, lê karwanê avakirinê dê berdewam bike û bersiva her kesê ku jê aciz e an hesûdî dike, dê bi projeyan were dayîn, ne bi gotinan.
Li vir ez pêwîst dibînim spasiyeke bêsînor ji Pêşmerge û hêzên din, hêzên ewlehiyê re bikim ji bo parastina aramî û ewlehî û ewlekariyê û derfeta wan dan ku hilbijartineke rêkûpêk di atmosfereke aram de were lidarxistin. Gelek spasiya wan dikim.
Spas, spas ji gelê Kurdistanê re, ji bo berxwedanî û dilsoziya wan û ew kampanyaya ku bi aramî hate kirin. Û li vir ez pêwîst dibînim, pêwîst dibînim spasiyeke bêsînor ji hemû gelê Kurdistanê re bikim, ji bo wê berxwedaniya wan ku hin kesên li Bexdayê dixwestin bi birîna mûçeyan çok bi me bidin û li gorî hesabên xwe gel serî hilde û ev Herêmê xira bikin. Destê we her yekî ji we maç dikim ku we nehêla plana neyaran serbikeve.
Spas û silav ji malbatên şehîdan û Enfalê re.
Spas ji cîgir û rêveberiya mekteba siyasî û komîteya navendî û hemû cemawer û kadr û endamên Partiyê re, ji bo westandina we, ji bo şevbûna we, û ji bo wê erka mezin ku we pêk anî. Spasiya we dikim.
Silav ji Hewlêrê re û ji hemû bajaran re, hemû bajarokên, hemû gundên Kurdistanê re. Silavên taybet ji bajar û bajarokên derveyî îdareya Herêmê re ku ne têne ji bîr kirin, ne jî em we bi cî dihêlin.
Careke din, spasiya we dikim hevalno. Û ez ji we daxwaz dikim, dilê giyanên şehîdan şad bikin, dilê dilsozan xweş bikin, deng bidin Lîsteya 275, ji bo ku ew we biparêze, ji bo ku rûmeta we biparêze.
Ez serkeftin, serkeftin û pêşerojeke geştir di çavên we de dibînim.
Di dawiyê de, hezaran silav ji giyanê pak ê şehîdan re dişînin. Hûn jî her dem şad û bextewar û serkeftî bin. Bijî Kurd û Bijî Kurdistan. Bijî jiyana hevbeş.
Di dawiyê de gotineke Îmam Elî heye, ev ji bo me bi xwe wek Kurd, ji bo Ereban bi Şîa û Sunnî, ji bo Tirkmen, ji bo her kesî. Ku dibêje: 'Ger tu xwedî hêz bî, zilmê neke, çimkî dawiya zilmê poşmanî tîne. Çavê te razê, lê yê mezlûm hişyar e, li ser te dua dike û çavê Xwedê razayî nîne'. Ev ji bo her aliyî ye.
Hêvîdar im her dem we di xêrê de bibînim. Xweda Hafiz. Du sê rojên me maye. Êdî maf û hesab hemû dê zelal bibe. Di emaneta Xwedayê mezin de bin. Gelek spas.
Nûvekirina herî dawî: 15:19:45




































































































































































