Serok Barzanî: Mehdî Zana niştimanperwer û têkoşerekî Kurd bû

Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya siyasetmedarê navdar Mehdî Zana peyameke sersaxiyê belav kir.

31 Tebax 2026 - 10:37
31 Tebax 2026 - 10:37
 0
Serok Barzanî: Mehdî Zana niştimanperwer û têkoşerekî Kurd bû

Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya siyasetmedarê navdar Mehdî Zana peyameke sersaxiyê belav kir.

"Têkoşerekî Kurd û kesayetiyekî niştimanperwer bû"

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha got:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,

Bi xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanperwer, têkoşerê Kurd û Serokê berê yê Şaredariya Amedê Mehdî Zana gihîşt min.

Ez sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbata Kurdperwer û xebatgêr a Mehdî Zana û herwiha xwişka min a birêz Leyla Zanaya hevjîna Xwedê jêrazî Mehdî Zana, hemû kesûkar, dost û nasên wan dikim û xwe bi hevparê xema wan dizanim.

Ji Xwedayê mezin dixwazim ku giyanê Mehdî Zana bi bihuşta fireh şad bike û hedar û sebirê bide hemûyan.

Em ji Xweda hatin û em dê dîsa vegerin cem Xweda.”

 

Ev nûçe bi tevahî 25 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:37:30