Serok Barzanî: Merc nîne Serokkomar PDKyî yan YNKyî be
Serok Mesûd Barzanî çend mekanîzmeyan ji bo diyarkirina nûnerê Kurdan ê ji bo posta serokkomariyê pêşkêş kirin.

Serok Barzanî ragihand ku divê nûnerê Kurdan ji bo vê postê li Parlamentoya Kurdistanê yan jî ji aliyê fraksiyonên Kurdistanî yên li Bexdayê ve were diyarkirin an jî divê alî bicivin û kesekî diyar bikin.
Serok Barzanî Her wiha amaje bi wê yekê kir ku merc nîne ew namzed PDKyî yan YNKyî be.
Baregeha Barzanî îro peyama Serok Mesûd Barzanî ya li ser posta Serokkomariya Îraqê belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got, "Pêwîst e hemû aliyên Kurdistanî xwedî wê qenaetê bin ku ev post para Kurdan e."
"Nabe aliyek vê postê wekî milkê xwe bibîne"
Serok Barzanî tekez kir ku divê di mekanîzmeya hilbijartinê de guherîn bê kirin û got:
"Ji bo ku Serokkomar nûnertiya rasteqîn a gelê Kurdistanê bike, divê di mekanîzmeya hilbijartina serokkomar de guherîn were kirin û êdî aliyek vê postê wekî milkê xwe yê taybet nebîne."
Mekanîzmayên diyarkirina serokkomar
Li gorî peyamê, Serok Barzanî ji bo mekanîzmaya diyarkirina namzed ev rêbaz destnîşan kirine:
Yan li Parlamentoya Kurdistanê kesek wekî nûnerê Kurdan ji bo wergirtina posta serokkomar were diyarkirin, an hemû aliyên Kurdistanî bicivin û ji bo wê postê li ser kesekî li hev bikin.
Rêbaza din jî ew e ku nûner û fraksiyonên Kurd ên li Parlamentoya Îraqê, kesekî ji bo wergirtina wê postê diyar bikin.
Serok Barzanî diyar kir, "Merc nîne ew kesê ku ji bo wergirtina posta serokkomar tê diyarkirin PDKyî yan YNKyî be, dibe ku ji aliyekî din be yan jî bêalî be."
Serok Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, "Ya girîng ew e ku li ser wî kesî lihevkirina Kurdî hebe û ji bo wergirtina posta Serokkomariya Îraqê nûnertiya gelê Kurdistanê bike."
Nûvekirina herî dawî: 19:34:35








































































































































































