Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Kuweytê li Iraqê kir

Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Kuweytê li Iraqê Teriq Ebdullah El-Ferec kir.

20 Gulan 2024 - 12:22
20 Gulan 2024 - 12:22
 0
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Kuweytê li Iraqê kir

Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Kuweytê li Hewlêrê Osman Dawûd amade bû, Balyozê Kuweytê li Iraqê silavên Mîrê Kuweytê gihandin Serok Barzanî û pêzanîna xwe bo rola dîrokî ya Serok Barzanî di aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê û kûrkirina peywendiyên di navbera gelê Kurdistanê û welatê wî de hebû. Tekezî jî li ser dostanî û pêşxistina peywendiyan kir.

Her di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî amaje bi êşên hevbeş ên gelê Kurdistanê û gelê Kuweytê û peywendiyên di navbera gelê Kurdistanê, welat û serkirdayetiya Kuweytê de bi dîrokî, girîng û dostane binav kir.

 

Ev nûçe bi tevahî 1010 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:20:26