Serok Barzanî: Pêzanîna min ji bo rol û qurbanîdana jinên Kurdistanê di şoreş, têkoşîn û azadîxwaziya gelê Kurdistanê de heye

Serok Mesûd Barzanî îro bi boneya Roja Jinan a Cîhanî di peyamekê de rol û qurbanîdana jinên Kurdistanê di şoreş, têkoşîn û azadîxwaziya gelê Kurdistanê de bilind nirxand.

8 Adar 2023 - 04:41
8 Adar 2023 - 04:41
 0
Serok Barzanî: Pêzanîna min ji bo rol û qurbanîdana jinên Kurdistanê di şoreş, têkoşîn û azadîxwaziya gelê Kurdistanê de heye

Serok Mesûd Barzanî îro bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Ez 8ê Adarê li hemû jinên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim û hêviya bextewerî û serfiraziyê ji wan re dixwazim.”

Serok barzanî got jî: “Pêzanîna min ji bo rol û qurbanîdana jinên Kurdistanê di şoreş, têkoşîn û azadîxwaziya gelê Kurdistanê de heye.”

Ev nûçe bi tevahî 607 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:55:34