Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser tenduristiya Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab diyar kir, îdiayên ku di hin medyayan de derbarê tenduristiya Nêçîrvan Barzanî de hatine belavkirin, bêbingeh in.

11 Berfanbar 2024 - 07:31
11 Berfanbar 2024 - 07:31
 0
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser tenduristiya Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser tenduristiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek belav kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Çend malperên medyaya civakî li ser tenduristiya birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê gotegot belav kirin.

Li ser vê yekê em radigihînin ku ev gotegot ji rastiyan dûr in û Serok Nêçîrvan Barzanî bi asayî erkên xwe cîbicî dike."

Ev nûçe bi tevahî 420 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:24:31