Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd gihîşt Hewlêrê
Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd bi boneya beşdarbûna di merasîma vekirina Muzexaneya Niştimanî ya Barzanî de, gihîşt Hewlêrê.

Ji bilî Serokomarê Iraqê, çendîn kesayetiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê di merasîma vekirina muzexaneya Barzanî de beşdar dibin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dema pêşwazîkirina li mêzanên vekirina muzexaneyê de ji mêvanan got: ““Ez kêfxweş im ku piraniya mêvan û hevalên me yên ji beşên cuda yên cîhanê hatine”. Got jî: “Barzan herî kêm 16 caran hatiye wêrankirin û ji nû ve hatiye avakirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Ev muzexane çîroka gelê me vedibêje, ku me ji kû ve dest pê kir û em îro li kû ne.”
Nûvekirina herî dawî: 13:54:59