Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê ji bo koça dawî ya Fransîs Cubraîl Şêr belav kir

"Ez sersaxiyê li serokatiya Dêra Kildanî û Metranê Îbarşiye yê Hewlêrê û malbata cenabê wî û kesûkar û nasên wî û xwişk û birayên Xirîstiyanên Şeqlaweyê dikim."

6 Hezîran 2023 - 04:01
6 Hezîran 2023 - 04:01
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê ji bo koça dawî ya Fransîs Cubraîl Şêr belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo koça dawî ya Keşe Fransîs Cubraîl Şêr, sersaxiyê li serokatiya Dêra Kildanî û Metranê Îbarşiye yê Hewlêrê û malbata cenabê wî û kesûkar û nasên wî û xwişk û birayên Xirîstiyanên Şeqlaweyê dike.

Duh Duşemê 5ê Hezîrana 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyameke sersaxiyê de ragihand: “Mixabin agahiya koça dawî ya kesayetê naskirî yê Kildanî yê bajarê Şeqlawe rehmetî Keşe Fransîs Cubraîl Şêr gihîşte min.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez sersaxiyê li serokatiya Dêra Kildanî û Metranê Îbarşiye yê Hewlêrê û malbata cenabê wî û kesûkar û nasên wî û xwişk û birayên Xirîstiyanên Şeqlaweyê dikim û hevxemê wan im. Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û aramî û dilniyayî bide her kesî.”

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Mixabin agahiya koça dawî ya kesayetê naskirî yê Kildanî yê bajarê Şeqlawe rehmetî Keşe Fransîs Cubraîl Şêr gihîşte min.

Ez sersaxiyê li serokatiya Dêra Kildanî û Metranê Îbarşiye yê Hewlêrê û malbata cenabê wî û kesûkar û nasên wî û xwişk û birayên Xirîstiyanên Şeqlaweyê dikim û hevxemê wan im.

Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û aramî û dilniyayî bide her kesî.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Ev nûçe bi tevahî 585 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:55:12