Serokwezîr Barzanî êrîşa li Swêdê şermezar kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek weşand û di peyamê xwe de êrîşa duhî ya li Stockholma paytexta Swêdê şermezar kir.

8 Avrêl 2017 - 07:28
8 Avrêl 2017 - 07:28
 0
Serokwezîr Barzanî êrîşa li Swêdê şermezar kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro roja şemiyê ji bo êrîşa duhî ya li Stockholma paytexta Swêdê pêk hat, peyamek weşand û di wê peyama xwe de got, "Ez bi tundî wê êrîşa terorstî şermezar dikim ku duhî li ser cadeyeke qerebalix a li navenda Stockholmê bi kamiyonekê bo ser welatiyan de hate pêkanîn û di encamê de hinek kesan jiyana xwe ji dest da û brîndar bûn."

Barzanî diyar kir ku êrîşa duhî ya li Stockholmê û yên berê li cihên din ên cîhanê rûda, dide nîşan ku pêdivî bi hevkariyeke berfireh û hemahengiyeke mezintir ya navdewletî heye bo rûbirûbûna "teror û terorîstan".

Nêçîrvan Barzanî her wiha di peyama xwe de sersaxî û hevxemiya xwe ji bo kes û malbatên rastî wê êrîşê hatin,anî ziman.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku duhî li Stochkholma paytexta Swêdê, kesekî kamiyonek bi ser bazarekê qerebalix de ajotibû û di necamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabû û hejmarek welatî jî birîndar bûbûn.

Ev nûçe bi tevahî 1304 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:43:30