Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Tevgera El-Xed a Sûriyê civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Serokê Tevgera El-Xed a Sûriyê kir û tê de tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî aştiyane, rêzgirtina li mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyê û pêşxistina pêkvejiyanê di navbera pêkhateyên cuda de kir.

25 Mijdar 2023 - 16:34
25 Mijdar 2023 - 16:34
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Tevgera El-Xed a Sûriyê civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Mijdarê pêşwazî li Serokê Tevgera El-Xed a Sûriyê Ehmed El-Cerba kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir, di hevdîtinê de her du aliyan li ser geşedanên dawî yên li Sûriye û herêmê, nêrînên xwe anîn ziman.

Her wiha her du alî li ser çareserkirina pirsgirêkan bi aştiyane, rêzgirtina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyê û pêşxistina pêkvejiyanê di navbera pêkhateyên cuda de hevnêrîn bûn.

Ev nûçe bi tevahî 662 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:27:15