Şirnex - Wesayîta leşkerî qulibî: 2 leşker mirin û 2 jî birîndar bûn

Li Şirnexê wesayîteke leşkerî wergeriya û di qezayê de 2 leşker mirin û 2 leşker jî birîndar bûn.

1 Gulan 2024 - 06:41
1 Gulan 2024 - 06:41
 0
Şirnex - Wesayîta leşkerî qulibî: 2 leşker mirin û 2 jî birîndar bûn

Li gorî zanyariyan, duh li gundê Şerefiyê yê Şirnexê wesayîteke leşkerî ji rê derket û qulibî.

Di qezayê leşkerek mir û 3 leşker jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê buyerê û leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Hat ragihandin leşkerekî ku bi giranî birîndar bûbû jî li nexweşxaneyê miriye.

 

Ev nûçe bi tevahî 1650 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:16:49