Şîngal: Pêşmerge 5 terorîstên Daişê kuştin
Hêzên pêşmerge îro êrîşeka Daişê li Şingalê şikand û pênc çekdarên wê rêxistina terorîstî kuştin.

Fermandarekê pêşmerge ji hêza taybeta du bo War ragîhand; îro serê sibê li enîya rojavayê sê rîyana gundê Sîno, şeş terorîstên Daişê dixwestin ji sengerê pêşmerge derbaz bibin û xwe bighînin kargeha çîmentoyê, lê ji alîyê pêşmerge ve pênç ji wan hatin kuştin û yek ji wan xwe teqand.
Wî fermandarê pêşmerge ragîhand jî niha termên pênc ji wan teroristan di destê pêşmergeyan dane û pêşmerge jî bê zîyan ew êrîşa Daişê paşvebirin.
Nûvekirina herî dawî: 18:29:44