Stenbol: Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin desteserkirin

Li Mêrdîn û Stenbolê di biserdegirtina malan de gelek endam û rêvebirên DEM Partiyê hatin desteserkirin.

24 Tebax 2024 - 07:01
24 Tebax 2024 - 07:01
 0
Stenbol: Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin desteserkirin

Li Stenbolê di biserdegirtina malan de hevserokên navçeya Esenyurtê yên DEM Partiyê Rojda Yilmaz û Abdullah Arina jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin.

Heta niha sedema desteserkirina wan nehatiya zanîn.

Li Mêrdînê 7 kes hatin desteserkirin

Herwiha li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê jî hêzên ewlehiyê bi ser gelek malan de girtin

Di encamê de 7 kes bi hinceta “propagandeya rêxistinê” hatine desteserkirin

 

Ev nûçe bi tevahî 742 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:55:12