SOHR: Di êrîşeke Îsraîlê li ser naverasta Sûriyeyê de 3 çekdarên milîsan hatin kuştin

Îsraîlê çend xal li naverasta Sûriyeyê mûşekbaran kirin, di encama êrîşê de, 7 kes birîndar bûn.

24 Tebax 2024 - 07:03
24 Tebax 2024 - 07:03
 0
SOHR: Di êrîşeke Îsraîlê li ser naverasta Sûriyeyê de 3 çekdarên milîsan hatin kuştin

Ajansa fermî ya Sûriyeyê “SANA” li ser zarê jêderekî leşkerî belav kir, artêşa Îsraîlê duhî êvarê demjimêr 19:35, ji aliyê bakurê Libnanê ve bi mûşekan êrîşî çend xalên li naverasta welat kir.

Li gorî wî jêderî, di encama êrîşê de, 7 kesên sivîl birîndar bûne û ziyanên mezin ên madî derketine.

Ji aliyekî din ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, Îsraîlê bi mûşekan êrîşî 4 xal li gundewarê Hema Humisê kir ku milîsên Sûrî û Îranî lê bicih dibin.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, di êrîşê de 3 çekdarên milîsan û nêzîkî 10 çekdaran jî birîndar bûn.

Ji destpêka sala 2024an ve, Israîlê 60 caran xaka Sûriyê kiriye armanc û li 124 armanc, xal û baregehan dane, di wan êrîşan de jî 181 leşker û çekdar hatin kuşin û 113 jî birîndar bûne. Herwiha 17 kesên sivîl hatine kuştin û 36 sivîl birîndar bûne.

 

Ev nûçe bi tevahî 673 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:25:51