Supaya Pasdaran: Me bi 5 mûşekan li baregeha Herîrê xist
Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan baregeha Amerîkayê ya li navçeya Herîrê ya Hewlêrê bi 5 mûşekan kiriye hedef.

Supaya Pasdaran daxuyand ku baregeha leşkerî ya hêzên Amerîkayê ya li navçeya Herîrê ya ser bi Hewlêrê ve bûye armanca 5 mûşekan.
Yekeya Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran îro daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wan êrişî hêzên Amerîkayê kiriye ku li baregeha leşkerî ya Herîrê ya li Herêma Kurdistanê bi cih bûne.
Supaya Pasdaran destnîşan kir ku bi 5 mûşekan êrişî baregehê hatiye kirin.
“Bi 5 mûşekan hat hedefgirtin”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Baregeha hêzên destdirêjker ên Amerîkayê ya li Herîra Herêma Kurdistanê, ji aliyê yekîneya mûşekan a Hêzên Bejahî yên Supaya Pasdaran ve bi 5 mûşekan hat hedefgirtin."
Ji destpêka şer ve Îran û kom û komên çekdar ên nêzîkî Îranê, bi dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê dikin.
Nûvekirina herî dawî: 14:24:50








































































































































































