Tirkiye ji HSDê re: Tevlî Artêşa Sûriyeyê bibin da ku em deriyan vekin
Berdevkekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hebûna her cure amadekariyeke leşkerî ya Tirkiyeyê li ser sînoran red dike. Li aliyê din, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê vekirina deriyên sînorî bi yekbûna HSDê ligel Artêşa Sûriyeyê ve girê dide.

Berdevkê Hêzên Bakurê Demokratîk (NDF) ku beşek ji HSDê ye, Mehmûd Hebîb ji kanala 'El-Erebiye' re ragihand: "Di demên borî de me ti cure tevger û kombûneke leşkerî ya Tirkiyeyê li dirêjahiya xetên pêşberekê nedîtiye û ti amadekariyeke zelal ji bo operasyoneke leşkerî ya berfireh nîne."
Hebîb diyar kir, tiştê tê dîtin, hewldana Tirkiyeyê ji bo berfirehkirina desthilata xwe li nav xaka Sûriyeyê ye, bi mebesta ku "ji erk û krîzên xwe yên navxweyî rizgar bibe."
Mercê Tirkiyeyê: HSD bikeve bin fermana Artêşa Sûriyeyê
Li aliyê din, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di daxuyaniyekê de ji bo televizyona fermî ya welatê xwe (TRT), helwesta Enqereyê li hember rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê aşkere kir.
Fîdan ragihand: "Beriya ku hemû deriyên sînorî ligel Sûriyeyê bên vekirin, divê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD bikevin bin kontrola Artêşa Sûriyeyê."
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê piştevaniya welatê xwe ji bo proseya yekxistina wan hêzan ligel Artêşa Sûriyeyê dubare kir, lê HSD tohmetbar kir ku "ti amadehiyek ji bo cîbicîkirina wê rêkeftina ligel Şamê nîşan nedaye."
Rêkeftina 10ê Adarê
Di 10ê Adara 2025an de, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera, rêkeftinek îmze kiribûn. Li gorî rêkeftinê, divê hemû saziyên sivîl û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ligel saziyên fermî yên dewletê bên yekxistin.
Tevî ku her du alî tekezî li ser berdewamiya danûstandinan dikin, lê proseya cîbicîkirinê rûbirûyî astengiyan bûye û her aliyek aliyê din bi derxistina astengiyan tohmetbar dike.
Nûvekirina herî dawî: 12:40:07





































































































































































