Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve gundekî Eyn Îsa topbaran kirin

Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê gundê Seyda yê Eyn Îsa topbaran kirin û ziyan gihişte malên xelkê sivîl.

2 Gulan 2023 - 16:56
2 Gulan 2023 - 16:56
 0
Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve gundekî Eyn Îsa topbaran kirin

Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê îro 2yê Gulana 2023yan gundê Seyda yê Eyn Îsa li Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Li gorî zanyariyên xwecihî îro piştî nîvro artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ji gundewarên Girê Spî, gundê Seyda yê Eyn Îsa bi top û hawinan topbaran kirin.

Di encama topbaranê de ziyanên madî gihiştine malên wî gundî, hîn tu agahî li ser ziyanên canî nehatine bidest xistin.

Ev nûçe bi tevahî 1070 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:37:14