Wan: Bi hinceta PKKyê bi sedan kes hatin desteserkirin

Li parêzgeha Wanê di meha Nîsanê de bi “hinceta PKKyê” 222 kes hatine desteserkirin.

15 Avrêl 2024 - 12:42
15 Avrêl 2024 - 12:42
 0
Wan: Bi hinceta PKKyê bi sedan kes hatin desteserkirin

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku di navbera 1 û 14ê Nîsanê de bi hinceta “rêlibergirtina çalakiyên rêxistinê” operasyon hatin kirin.

Li Wanê di navbera 1 û 14ê Nîsanê de di operasyonên cuda de bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” 222 kes hatine desteserkirin.

Derbarê kesên desteserkirî de karên yasayî hatine destpêkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Ev nûçe bi tevahî 604 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:18:29