YNKê baregeheke PKKê li Kelarê daxist

Asayîşa YNKê li bajarê Kelarê biser baregeha PKKê li Kelarê ya bi navê Akademîya Şehîd Gîvara de girt û 9 endamên PKKê li wir girtin. Hêjayî gotinêyê helwêsta Asayîşa YNKê ya dijî PKKê li Kelarê piştî serdana Berhem Salih a Tirkiyê tê.

10 Çile 2019 - 05:40
10 Çile 2019 - 05:40
 0
YNKê baregeheke PKKê li Kelarê daxist

Ligor malpera RojNews a PKKê belavkiriye beriya bi demekê hêzên Asayîşa YNKê yên Germiyanê çûne “Akademîya Şehîd Gîvara Germiyanî” li Kelarê û ew baregeh bi zorê daxistine.

Malperê herwiha hêzêke yekcar zor çûne biser akademiyê da girtine û 9 kesên li akademiyêbûne jî girtine. Ligor zanyariyan malpera ser bi PKKê belav kiriye Asayîşa Germiyanê ji berpirsê akademiye ra gotiye sibehê serdana asayîşê bike. Lêbelê îşev êvarê hêzeke zêde ya asayîşê bi ser binkeyê da girtiye û bi zorê ew baregeh girtine.

Baregeha “Akademîya Şehîd Gîvara Germiyanî” beriya bi 4 salan li Kelarê hatibû avakirin û binkeyeke PKKê tê zanîn. Heta aniha YNKê piştevanî li wê baregehê kiriye û alîkarî dida wê baregeha PKKê.

Beriya bi çend rojan Berhem Salih serdana Tirkiyê kiribû û ligel Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan civiya bû. Çavkaniyên agahdar ji wê serdanê aşkere kiribûn ku Berhem Salih weke nûnerekî YNKê serdana Enqerê kiribû û ligel Erdogan pirsa jinavbirina PKKê li Iraq û Sûriyê gotûbêj kiribû. Di presskonferansa hevbeşda Erdogan aşkerekiribû ku ew ligel Berhem Salih rêkeftine bo jinavbirina DAIŞ û PKKê.

Ev nûçe bi tevahî 903 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:43:16