Zeviya Kormorê ya Gazê hat moşekbarankirin
Qada Gazê ya Kormorê ya li navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê duh êvarê bû armanca êrişa dronan.

Qaymeqamê Çemçemalê Remik Remezan ragihand ku êriş bi dronên bombebarkirî hatiye encamdan û got:
“4 kesên ku hatine kuştin biyanî ne û di nav 3 kesên birîndar de Kurd jî hene.”
Çavkaniyekî ji kompanyaya Dana Gasê ji ajansa Rûdawê re ragihand ku ziyana wan a canî heye lê hûrgiliyên zêdetir neda.
Remik Remezan diyar kir ku êrişa dronî duh saet 18:45an hatiye kirin û lê ne diyar e ku ji ku hatiye avêtin.
Piştî êrişa li Qada Gazê ya Kormorê wezaretên Elektrîk û Çavkaniyên Xwezayî daxuyaniyeke hevbeş belav kir.
Wezaretan ragihand ku piştî êrişê berhemanîna elektrîkê 2 hezar û 500 megawat kêm bûye.
Salên 2022 û 2023yan jî gelek caran êrişî Kormorê hatibû kirin.
Nûvekirina herî dawî: 03:42:16