1600 malbatên koçber vê hefteyê vedigerin Efrînê
Parêzgariya Hisîçayê (Hesekê) ragihand ku ew ji bo vegera 1600 malbatên koçber amadehiyan dikin û da zanîn ku ew malbat dê vê hefteyê vegerin malên xwe.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Hisîçayê, Parêzgar Nûredîn Ehmed di çarçoveya şopandina pêkanîna peymana 29ê Kanûna Paşîn a 2026an de, bi şandeyeke serokatiya Sûriyeyê ya pêwendîdar re civiyaye.
Di hevdîtinê de prosedur û gavên pêwîst ên ji bo ku koçberên Efrînî bi awayekî ewle û bi rûmet vegerin malên xwe hatine gotûbêjkirin.
Li ser hesabê fermî yê Parêzgariya Hisîçayê yê li ser Facebookê hat diyarkirin ku di civînê de "rewşa vegera malbatên koçber û mekanîzmayên hevahengiya di navbera aliyên peywendîdar de hatine nîqaşkirin da ku ew astengiyên gengaz werin çareserkirin û îstiqrara kesên vedigerin û pêdiviyên wan ên bingehîn werin dabînkirin."
Li gorî daxuyaniyê, Alîkarê Midûrê Asayîşa Navxweyî yê Parêzgehê Mehmûd Xelîl û Endamê Tîma Serokatiyê Mistefa Ebdî jî beşdarî vê civînê bûne.
Parêzgariyê her wiha destnîşan kir ku wan amadehiyên pêwîst ên ji bo pêkanîna vegera koçberên ji Şehba û Serê Kaniyê ya di demên pêş de nîqaş kirine.
Li gorî daxuyaniyê, veger dê "bi danîna plan û prosedurên ku vegerereke ewle û rêxistinkirî garantî dikin" pêk were.
Di heman demê de Parêzgariyê diyar kir ku ew mijûlî amadekirina "vegera nêzîkî 1600 malbatên Efrînî yên ku koçber bûn" û ew dê di nava vê hefteyê de vegerin malên xwe.
Nûvekirina herî dawî: 03:18:55










































































































































































