Serok Barzanî û Konsulê Fransayê civiyan

Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê yê Hewlêrê Emmanuel Mignot qebûl kir.

18 Îlon 2026 - 10:36
18 Îlon 2026 - 10:36
 0
Serok Barzanî û Konsulê Fransayê civiyan

Baregeha Barzanî li ser civînê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, Serok Barzanî ji ber destbikaririna wî li Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê pîroz kir û jê re serkeftin.

Pêwendiyên dîrokî yên Kurdistan û Fransayê

Serok Barzanî di hevdîtinê de qala çend rawestgehên girîng ên pêwendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransayê de kir.

Serok Barzanî ev pêwendî wekî pêwendiyeke "dostane û bihêz" bi nav kirin.

Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê yê li Hewlêrê jî tekez kir ku ev pêwendî û dostaniya dîrokî dê bidome.

Mignot da zanîn ku ew dê li ser rêça konsulên berê bixebite da ku van pêwendiyan di warên cuda de bi pêş bixe.

Erkê Hêzên Hevpeymanan û pêwendiyên bi Bexdayê re

Di beşeke din a hevdîtinê de bipêşketinên dawî û rewşa herêmê hatin nirxandin.

Her wiha di civînê de pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û mijara bidawîhatina erkê Hêzên Hevpeymanan a li Îraqê hatin gotûbêjkirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 34 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:40:44