Rezaî: Divê ewlehiya sînorên me yên bi Herêma Kurdistanê re were parastin

Sekreterê Giştî yê Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Muhsîn Rezaî ragihand ku divê pirsa partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê dimînin were çareserkirin.

17 Îlon 2026 - 10:45
17 Îlon 2026 - 10:45
 0
Rezaî: Divê ewlehiya sînorên me yên bi Herêma Kurdistanê re were parastin

Muhsîn Rezaî her wiha gef xwar ku ew li ti derê rê nadin ti tevgereke li dijî welatê xwe.

Sekreterê Giştî yê Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Muhsîn Rezaî doh li Tehranê bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî re civiya.

"Bi ti awayî baweriya me bi Amerîkayê nîne"

Rezaî di civînê de qala rewşa niha ya herêmê û aloziyên di navbera Tehran û Washingtonê de kir û got, "Bi ti awayî baweriya me bi Amerîkayê nîne."

Muhsîn Rezaî li ser îhtimala destpêkirina dan û standinên di navbera welatê xwe û Amerîkayê de jî got:

"Divê destpêkê ew (Washington) ji bo bidestxistina baweriya me gavên pratîk biavêjin."

Peymana ewlehiyê ya di navbera Bexda û Tehranê de

Rezaî her wiha bal kişand ser peymana ewlehiyê ya di navbera welatê xwe û Îraqê de û li ser girîngiya bicihanîna wê axivî.

Wî da zanîn ku divê pirsgirêka partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên ku wî wekî "komên çekdar" bi nav kirin were çareserkirin û ewlehiya sînorên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de were parastin.

Îraq û Îranê 19ê Adara 2023yan li Bexdayê ji bo hevahengiya parastina sînorê hevpar ê her du welatan peymaneke ewlehiyê îmze kiribû.

Yek ji xalên herî girîng ên peymanê, dûrxistina Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê ya ji ser sînorê her du welatan e.

 

Ev nûçe bi tevahî 51 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:18:35