20 bergûmanên PKKê li Stenbolê û Kirklareliyê hatin desteserkirin

Piştî teqîna li Enqerê, 20 bergûmanên PKKê li Stenbolê û Kirklareliyê hatin desteserkirin.

2 Cotmeh 2023 - 03:27
2 Cotmeh 2023 - 03:27
 0
20 bergûmanên PKKê li Stenbolê û Kirklareliyê hatin desteserkirin

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya di daxuyaniyekê de ragihand, li Stenbolê û Kirklareliyê li dijî PKKê operasyon hatiye kirin û hêzên ewlehiyê avêtine ser 26 mal û avahiyan, di encamê de jî, 20 kes hatine desteserkirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê diyar kir ku, di nava desteserkiriyan de endam û berpirsên HDPê jî hene.

Demjimêr danê sibê, êrîşeke bombeyî li dijî Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya ser bi Wezareta Navxwe li Enqerê hatibû kirin û di encaml de û du polîs jî birîndar bûbûn û du çekdar hatibûn kuştin.

Piştî êrîşê jî, Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ya ser bi PKKê ve, berpirsyartiya xwe li hember êrişa li Enqerê ragihandibû.

Ev nûçe bi tevahî 855 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:18:19