28 welatên Yekêtîya Ewrûpa hoşdarî da Erdogan

Yekêtîya Ewrûpayê hoşdarîyê da Tirkiyê û ragehand, operasyona serbazî yek alî li bakûra Suriyê dibe sedema ragirtina wan hevkarîyên Ewrûpa pêşkeşî Tirkiyê dike.

10 Cotmeh 2019 - 02:26
10 Cotmeh 2019 - 02:26
 0
28 welatên Yekêtîya Ewrûpa hoşdarî da Erdogan

Nwênerên 28 welatên Yekêtîya Ewrûpayê di beynnameyekê de ragehand, ti çareserîyeke sîyasî ji saye ya hêrişa serbazîya supasyê Tirkiyê bo ser Suriya bi dest nahêt.

Yekêtîya Ewrûpayê daxwaz ji Tirkiyê kir, destbicih operasyonên serbazî dijî bakûr û rojhelata Suriyê rawestîne.

Amaje bi wê yekê jî kirin, ew hêriş dibe sedema alozîyên zêdetir û qurbanîyên mezin jî jê çê dibeû hevpeyamnê me li deverê dixe di metirsîyê de û aramîya bakûra Suriyê têk dide û jîngeheke hejî bo serhildan Daişêdurist dike.

Ev nûçe bi tevahî 1299 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:35:23