4 endamên Supaya Pasdarên Îranê hatine kuştin

Medyaya fermî ya Îranê ragihand, di encama şer û pevçûnekê de li ser sînorê Îran û Pakistanê de, 4 endamên Supaya Pasdarên Îranê hatine kuştin.

19 Berfanbar 2022 - 06:52
19 Berfanbar 2022 - 06:52
 0
4 endamên Supaya Pasdarên Îranê hatine kuştin

Ajansa IRNA'yê, Beşa Pêwendiyan a Supaya Pasdaran li başûrê rojhilatê Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, 4 endamên Supaya Pasdaran hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniyê, 4 endamên Pasdarên Îranê îro Duşemê danê sibê di şer û pevçûnekê de ligel komek çekdarên ku Îran wan weke “komeke terrorist” bi nav dike, hatin kuştin.

Pevçûn li navçeya sînorî ya Serawan a li ser sînorê Pakistanê rû daye û di daxuyaniyê de wiha hat gotin ku di encama bersiva hêzên Îranî de, ew grûpa terorist bi nav axa Pakistanê paşve vekişiya.

Ev nûçe bi tevahî 664 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:03:40