5 çekdarên DAIŞê hatin girtin û 3 leşkerên Iraqê jî hatin kuştin

Li Mûsilê di du operasyonên cuda de 5 çekdarên DAIŞê hatin girtin û li parêzgeha Enbarê jî di êrişekê de, 3 leşkerên Iraqê hatin kuştin.

15 Çile 2024 - 04:05
15 Çile 2024 - 04:05
 0
5 çekdarên DAIŞê hatin girtin û 3 leşkerên Iraqê jî hatin kuştin

Berdevkê Fermandariya Polîsê Neynewayê Mazin Ehmedî ji ajansa K24ê re ragihand, wan bi hemahengiya li gel dezgehên istixbaratî û dijeterorê, karîn 4 çekdarên DAIŞê li taxa Karama ya Mûsilê bigirin.

Mazin Ehmedî diyar kir jî, di operasyoneke din de hêzên polîsan de, çekdarekî din ê DAIŞê li taxa Reşîdiye ya Mûsilê hate girtin.

Ji aliyekî din ve, jêderekî ewlehiya Iraqê ragihand, sê leşkerên Fermandariya Operasyonên Cezîrê di êrîşeke çekdarî de li ser bingeheke artêşê li rojavayê Enbarê hatin kuştin.

Tevî ku şikandina DAIŞê di sala 2017an de hat ragihandin, lê bermahiyên wê rêxistina teroristî êrîşên nişkavayî li ser hêzên hikûmetê li deverên cuda yên Iraqê pêk tînin.

Ev nûçe bi tevahî 825 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:59:59