5 partiyên Rojhilatê Kurdistanê hevpeymaniyek ava kir

Endamekî Desteya Birêvebir a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand ku wan piştî gotûbêjkirina mijarên pêwendîdar ên li ser Kurdistan û Îranê hevpeymaniyek pêk aniye.

23 Sibat 2026 - 11:18
23 Sibat 2026 - 11:18
 0
5 partiyên Rojhilatê Kurdistanê hevpeymaniyek ava kir

Endamê Desteya Birêvebir û Berpirsê Şandeya PDKÎyê Mihemed Nezîf Qadirî ji ajansa Rûdawê re ragihand ku wan bi navê “Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê” hevpeymaniyek ava kiriye.

"Bi beşdariya berpirsên yekem hat avakirin"

Mihemed Nezîf Qadirî li ser hevdîtinan agahî dan û got:

"Piştî gotûbêjkirina rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê ya li gel aliyên siyasî, bi beşdariya berpirsên yekem ên her 5 aliyan biryara pêkanîna hevpeymaniyê hat dayîn."

Ew pênc aliyên ku hevpeymanî pêk aniye ev in:

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ), Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Sazmana Xebatê ya Kurdistana Îranê.

Berpirsê PDKÎyê her wiha da zanîn, "Dê îro demjimêr 17:00an derbarê pêkanîna hevpeymaniyê de daxuyaniyek were belavkirin."

 

Ev nûçe bi tevahî 59 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:37:14