Adil Ebdulmehdî: Kerkûkê pêdivî bi alîkarîya Bexda û Hewlêrê heye

Civata Asayîşa Nîştîmanîya Îraqê, evro bi serokatîya Adil Ebdulmehdî, serokê wezîrên Îraqê û fermandeyê giştîyê hêzên çekdar civîya.

3 Hezîran 2019 - 06:21
3 Hezîran 2019 - 06:21
 0
Adil Ebdulmehdî: Kerkûkê pêdivî bi alîkarîya Bexda û Hewlêrê heye

Civîn taybet bû bi gotûbêkirina rewşa parêzgeha Kerkûkê.

Di civînê de parêzgarê Kerkûkê bi wekalet û fermandeyê operasyonên Kerkûkê amade bûn.

Serokê wezîran di civînê de got: Pêdivîye çareserîya asayîşî bo Kerkûkê vebînîn.

Gpt jî: Li ba evan çareserîyan pêdivîye hewlên sîyasî zêde bikîn û bê dûrxistina ti alîyekê hemû bi hev re hevahengîyê bikîn.

Tekez jî kir Kerkûk fire renge, pêdivî bi alîkarîya hikumeta Itîhadî , hikumeta xwecihî û hikumeta Herêmê heye.

Herweha got jî: Teqînên ku rûdayîn bi rê ya bombên çandî bûn û di mêdyayê de gelek hat mezin kirin û axivtinên tund jî dûv re hatin.

Ev nûçe bi tevahî 1266 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:49:35