Alîkariya Koalîsyonê gihîşt Wezareta Pêşmergeyan

Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê ragihand ku pereyê alîkariya hêzên Hevpeymanan (Koalîsyon) a ji bo meha gulanê ketiye ser hesabê wezaretê.

6 Tîrmeh 2026 - 10:41
6 Tîrmeh 2026 - 10:41
 0
Alîkariya Koalîsyonê gihîşt Wezareta Pêşmergeyan

Li gorî biryarê, divê 6ê Tîrmeha 2026an bi awayekî fermî dest bi dabeşkirina pereyan were kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmergeyan, alîkariya darayî ya Hevpeymanan a ji bo meha gulanê ketiye ser hesabê wezaretê.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Birêvebiriya Giştî ya Budce û Bernameyan rêkarên darayî û jimêryariyê ji bo dabeşkirina alîkariyê bi cih tîne."

Ji bo vê mebestê roja duşemê (6ê Tîrmeha 2026an) dabeşkirina alîkariyê dest pê dike.

Wezareta Pêşmergeyan li ser mijarê ev daxuyanî daye:

"Alîkariya darayî ya Hevpeymanan a ji bo meha 5an a sala 2026an tê dabeşkirin.

Ragihandina Wezareta Pêşmergeyan: Alîkariya darayî ya Hevpeymanan a ji bo meha gulanê ketiye ser hesabê Wezareta Pêşmergeyan.

Birêvebiriya Giştî ya Budce û Bernaneyan (Jimêryariya Leşkerî) rêkarên darayî û jimêryariyê amade dike.

Ji bo vê yekê roja duşemê, 6ê Tîrmeha 2026an dest bi dabeşkirina alîkariyê tê kirin."

 

Ev nûçe bi tevahî 88 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:56:13