Amedspor li deplasmanê bi ser ket

Amedsporê li deplasmanê tîma Muglayê Fethiyespor 1-0 têk bir.

4 Avrêl 2024 - 08:07
4 Avrêl 2024 - 08:07
 0
Amedspor li deplasmanê bi ser ket

Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de ye, li Stadyûma Fethiyeyê bi Fethiyesporê re lîst.

Lîstikvanê Amedsporê Berk Îsmaîl Unsal xuleka 2yan golek kir û tîma xwe 1-0 xist pêş.

Nîva yekem a lîstikê bi encama 1-0 bi dawî bû.

Nîva duyem bê gol bi dawî bû û maç 1-0 bi serkeftina Amedsporê qediya.

Amedsporê bi serkeftina xwe ya dawî puana xwe derxist 71ê û lîdertiya xwe berdewam kir.

Li aliyê din Kastamonuspora ku di rêza duyem de ye li hemberî Uşaksporê 5-1 bi ser ket.

Amedspor dawiya hefteyê dê li deplasmanê bi Kastamonusporê re bilîze.

 

Ev nûçe bi tevahî 1264 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:05:10