Amerîka: Bexda ji bo diyalogê pirsgirêkan derdixîne

Endamê Kongreya Amerîkayê Steve King di axaftina xwe de ragihand Bexda astengiyan li pêşiya destpêkirina gotûbêjên navbera Herêma Kurdistan û Iraqê derdixîne.

12 Çile 2018 - 03:26
12 Çile 2018 - 03:26
 0
Amerîka: Bexda ji bo diyalogê pirsgirêkan derdixîne

Endamê Kongreya Amerîkayê Steve King di axaftina xwe de got: "Divê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi diyalogê werin çareserkirin. Di baweriya min de danûstandin baştirîn rê ye, divê hemû pirsgirêk bi gotûbêjan bên çarekirin nek bi şer. Em dizanin ku kurd ji rewşê dilgiran in, ew ji mêj ve dixwazin bibin xwedî dewletekê. Kurdan şerê DAIŞê kir û divê ev keda wan bê berçavgirtin."

Herwiha digel ku hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûna xwe ji bo danûstanan radigihîne jî heta niha Bexdayê gaveke pêş çav neavêtiye ji bo çareserkirina kêşeyan.

Ev nûçe bi tevahî 1136 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:10:52