Amerîka bo Kurdên Rojava: Hevkariya me dê berdewam be

Nûnerê Amerîka li Rojavayê Kurdistanê William Roubeck pîrozbahiya cejna Remezanê li Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir û got, ku dê hevlatî û hevkariya wan berdewam be.

26 Gulan 2020 - 07:10
26 Gulan 2020 - 07:10
 0
Amerîka bo Kurdên Rojava: Hevkariya me dê berdewam be

Nûnerê Amerîka li Rojavayê Kurdistanê William Roubeck di peyamekê de cejna Remezanê li Kurdên Rojavayê Kurdistanê pîroz kir.

William Roubeck di peyama xwe de dibêje, ku ew pîrozbahiya cejnê li “hevalên xwe yên Kurdên Sûriyê” dike û hêvîdar e ku sala aştî û aramiyê be, bo tevahiya gelên Sûriyê.

Roubeck tekez dike, ku ew dê berdewam bin li ser hevaltî û hevkariya di navbera wan de, bi rêya bihêzkirina wê hevbeşaiya ku heye.

Bi gortina Nûnerê Amerîka li Rojavayê Kurdistanê ew dê bi hev re bo avakirin siberojeke baştir ji tevahiya xelkê Sûriyê re, bi ser hemû zehmetiyan de biserkevin.

Ev nûçe bi tevahî 913 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:49:06