Amerîka hewl dide dîsa Pêşmerge vegerîne Kerkûkê

Li gor daxuyaniya endamê polîtbûroya YNK û Fermandarê Hêzên 70 ê Pêşmerge Cafer Şêx Mistefa Amerîka hewl dide ku hêzên Pêşmerge dîsa vegerîne bajarê Kerkûkê.

31 Adar 2018 - 04:35
31 Adar 2018 - 04:35
 0
Amerîka hewl dide dîsa Pêşmerge vegerîne Kerkûkê

Endamê polîtbûroya siyasî ya YNK û Fermandarê Hêzên 70 ê Pêşmerge Cafer Şêx Mistefa di axaftina xwe de ragihand ku rewşa bajarê Kerkûkê pir xirab e û Amerîka hewl dide dîsa hêzên Pêşmerge vegerîne bajêr.

Şêx Mistefa di berdewamiya axaftina xwe de got: "Rewşa niştecihên kurd li bajarê Kerkûkê û navçeyên din gelekî xirab e. Hêzên Iraqî bi tu şêweyekî nikarin asayîş û aramiyê bo wan navçeyan vegerînin û bûn e gef li ser sune, kurd û xristiyanan."

Fermandarê Pêşmerge di berdewamiya axaftina xwe de got: "Xelkê wan navçeyan daxwaza vegera Pêşmerge dikin, lê ev yek jî astengî li ber heye. Ji ber vê yekê Amerîka hewl dide, ligel hêzên Iraqî û Pêşmerge karekî bike, ji bo ku Pêşmerge vegerin û parastina wan navçeyan bikin. Lê heta niha ev yek nehatiye cîbicî kirin."

Ev nûçe bi tevahî 1407 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:24:50