Amerîkayê dîsa bi balafirên B-1 li Îranê da

Axiosê got ku artêşa Amerîkayê li Îranê ducare dest bi bikaranîna balafirên bomberbarankirinê yên B-1 kiriye.

23 Tîrmeh 2026 - 10:45
23 Tîrmeh 2026 - 10:45
 0
Amerîkayê dîsa bi balafirên B-1 li Îranê da

Malpera Axiosê nûçeya xwe sipart rayedarên Amerîkayê.

Li gorî nûçeyê, Amerîkayê ji bo lêdana hedefên Pasdarên Îranê ducare balafirên şer ên B-1 bi kar anîne.

Ji Brîtanyayê firiyan

Hat diyarkirin ku ev balafir ji baregeheke asmanî ya li Brîtanyayê firiyane.

Di malperên şopandina balafiran de hatiye dîtin ku ew balafir li asmanê Îranê ne.

Amerîkayê eşkere kiribû ku di êrişên 28ê Sibatê yên li ser Îranê de ev balafir hatine bikaranîn.

Lê belê di van êrişên ku berî 12 rojan ducare dest pê kir de, li ser bikaranîna van balafiran ti agahî nehatibûn parvekirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 51 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:51:24