Amerîkayê grûpeke Îraqî xist lîsteya terorê

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku wan grûpa çekdar a bi navê “Ensarulahî Ewfiya” û sekreterê giştî yê tevgerê Heyder Xerawî xistine lîsteya terorê.

18 Hezîran 2024 - 13:53
18 Hezîran 2024 - 13:53
 0
Amerîkayê grûpeke Îraqî xist lîsteya terorê

Ensarulahî Ewfiya sala 2014an wekî şaxekî Heşdî Şebiyê hat avakirin ku girêdayî hikûmetê ye.

Li gorî Amerîkayê, Ensarulahî Ewfiya ji bo berjewendiyên Amerîkayê gefek e û rasterast berjewendiyên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê dike hedef.

Tê gotin ku Ensarulahî Ewfiyayê sala 2019an dema “Serhildana Teşrînê” xwepêşander revandine û ew kuştine.

Meha kanûna paşîn a vê salê li Urdinê êrişî baregeheke Amerîkayê hatibû kirin.

Di vê êrişê de 3 leşkerên Amerîkayê hatibûn kuştin û 34 kes jî birîndar bûbûn.

Amerîkayê got ku destê Ensarulahî Ewfiyayê di wê êrişê de jî hebûye.

Amerîkayê di daxuyaniya xwe de peyamek da Îranê jî û got:

“Amerîka dê li hemberî piştgiriya ku Îran dide terorîzme û qelskirina şiyana êrişkirinê ya wan grûpan bi awayekî bibiryar li ber xwe bide.”

Berxwedana Îslamî ya Îraqê piştî ku şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir herî kêm 100 carî êrişî baregehên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê kir.

Sekreterê Giştî yê Lîwayên Hizbulahê Ehmed Muhsîn Ferec el-Hemîdawî par di daxuyaniyeke xwe de gotibû ku Ensarulahî Ewfiya hêmanekî bingehîn ê Berxwedana Îslamî ya Îraqê ye.

Li hêla din, Lîwayên Hizbulahê jî di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye.

 

Ev nûçe bi tevahî 884 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:09:20