Amerîkayê li nêzîk Qamişloyê êrîşî artêşa Sûriyê kir

Amerîkayê pêgeheke Artêşa Sûriyê li nêzîk bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê kire armanc.

31 Tîrmeh 2019 - 07:02
31 Tîrmeh 2019 - 07:02
 0
Amerîkayê li nêzîk Qamişloyê êrîşî artêşa Sûriyê kir

İro balafireke şer a Amerîkayê pêgeheke artêşa Sûriyê li başûrê bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê bi rokêtekê kire armanc.

Li gor zanyariyên berdest derengê şeva borî 30.07.2019ê heta vê sibehê balefirekî şer a (li gor hin çavkaniyan jî helîkopter e) hêzên hevpeyman li ser binkeyekî leşkerî ya rejîma Sûriyê ya li gundê Raşidiyê ya ser bi Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê geriya ye û îro serê sibehê mûşekek li binkeyê rejîma Sûriyê daye.

Hat zanîn cîhê bombebaran lê hatiye kirin, fewca 54 a artêşa rejîma Sûriyê li dimîne û di encamê de tê îddîa kirin ku 2 leşkerên rejîmê hatine kuştin.

Ev nûçe bi tevahî 1198 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:26:58