Amerîka sizayên nû li ser Îranê disepîne

Ji ber pêşkêşkirina piştevaniyê ji bo bernameya dronên Îranê, Amerîkayê sepandina sizayan li ser 10 qeware û çar kesan li Îran, Malîzya, Hong Kong û Endonîzyayê ragehand.

20 Berfanbar 2023 - 09:17
20 Berfanbar 2023 - 09:17
 0
Amerîka sizayên nû li ser Îranê disepîne

Wekîlê Wezîrê Gencîneya Amerîkayê ji bo Karûbarên Terorê û Hewalgêriya Darayî Brian E. Nelson di ragehandinekê de eşkere kir, “Berhemanîna dronên neqanûnî li Îranê û pêşkêşkirina wan ji bo alîgirên wê li Rojhilata Navîn û Rûsyayê girjî û hevrikiyan û têkdana seqmgiriyê berdewam dike”.

Amaje da wê yekê jî ku, “Ji ber pêşkêşkirina piştevaniyê ji bo bernameya dronên Îranê, siza li ser 10 qeware û çar kesan li Îran, Malîzya, Hong Kong û Endonîzyayê hatine sepandin”.

Amerîkayê herwesa ragehand, “Ew kesên siza li ser hatine sepandin arîkariya Îranê kiriye ku bi gojimê bi sedan hezar dolaran keresteyên Amerîkayî û biyanî ji bo bernameya xwe ya dronan peyda bike”.

Ev nûçe bi tevahî 936 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:08:44