Amerîkayê bangî Hewlêr û Bexdayê kir

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert bertekên li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê nirxandin.

4 Cotmeh 2017 - 06:13
4 Cotmeh 2017 - 06:13
 0
Amerîkayê bangî Hewlêr û Bexdayê kir

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di axaftina xwe de bal kişand ser bertekên li dijî referanduma Kurdistanê û got: "Em li dijî hewldanên tundî yên aliyekî li hemberî aliyê din in."

Heather Nauert di axaftina xwe ya civîna çapemenî de bersiva pirsên referandûmê dan û got: "Li Iraqê em li dijî hemû şîdeta aliyekî ya li hemberî aliyê din in. Helwesta me ya li hemberî referandûmê neguheriye. Hem Hewlêr û hem jî Bexda divê rûnin masê, ji bo pêşeroja welatê xwe bê çi dixwazin bi xwe nîqaş bikin."

Nauert di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heke ji bo navbeynkariya herdu aliyan daxwaz were em amade ne ku ji wan re bibin alîkar, lê hê daxwazeke wiha ji me nehatiye kirin."

Ev nûçe bi tevahî 1143 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:51:03