Trump çû Îsraîlê û dê li Knessetê gotarekê pêşkêş bike

Serokê Amerîkayê Donald Trump gihişt Îsraîlê û dê li parlamentoya wî welatî Knessetê gotarekê pêşkêş bike û paşê jî ji wir biçe Misirê û serokatiya lûtkeyeke aştiyê bike.

13 Cotmeh 2025 - 11:14
13 Cotmeh 2025 - 11:14
 0
Trump çû Îsraîlê û dê li Knessetê gotarekê pêşkêş bike

Balafira Trump li Balafirgeha Ben Gurionê ya Tel Evîvê danî û li wir Serokwezîr Benjamin Netanyahu, Serokê Îsraîlê Isaac Herzog û berpirsên din ên payebilind ew pêşwazî kir.

Biryar e Trump saet 11:00an bi dema Îsraîlê (heman dema Hewlêrê) li Knessetê gotarekê li ser agirbesta Xezeyê pêşkêş bike ku li gorî planeke wî di navbera Îsraîl û Hemasê de li ser lihevhatin çêbûye, da ku dawî li şerê Xezeyê yê ku ji du salan zêdetir e didome were anîn.

Trump kêmtirî saetekê piştî ku Îsraîlê piştrast kir ku wê 7 dîl ji Xaça Sor a Navneteweyî wergirtine, gihişt Tel Evîvê.

Hemasê ew dîl di çarçoveya rêkeftinê de berdabûn.

Trump dê saet 13:00an Îsraîlê bicîh bihêle û berê xwe bide Misirê.

Li gorî planê Trump dê saet 5:00ê êvarê geşta xwe bi dawî bike û vegere Amerîkayê.

Tiştên ku heta niha tên zanîn

Tevgera Hemasê duşemê lîsteya navê 20 dîlên ku dê di çarçoveya agirbestê de bên berdan weşand.

Dîl dê pêşî radestî Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor û paşê jî radestî artêşa Îsraîlê bên kirin ku dê wan bibin baregeha leşkerî ya "Reim"ê da ku ji wir veguhezînin sê nexweşxaneyên Îsraîlê.

Îsraîl dê madalyaya herî bilind a rûmetê bide Trump

Nivîsîngeha Serokê Îsraîlê Îshaq Herzog ragihand ku medalyaya herî bilind a rûmetê ya sivîl a welatê xwe ya bi navê "Madalyaya Rûmetê ya Serokatiya Îsraîlê" dê bide Serokê Amerîkayê Donald Trump, ji ber hewlên wî yên ji bo vegerandina dîlyan.

Piştgiriya serkirdeyên cîhanê ji bo rêkeftina agirbesta Xezeyê

Serokên Amerîka û Misirê dê serperiştiya civîneke serkirdeyên cîhanê bikin ku wekî "Lûtkeya Aştiyê" tê naskirin, ji bo piştgirîkirina bidawîanîna şerê du salan ê li Xezeyê piştî gihîştina rêkeftina agirbestê.

Her wiha serkirdeyên Tirkiye, Urdin, Brîtanya, Almanya, Fransa, Îtalya, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê jî amadebûna xwe ragihandine.

 

Ev nûçe bi tevahî 15 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:23:58