Artêşa Sûriyê 6 efserên xwe binçav kir

Li gor çapemeniya Sûrîyê, artêşa wî welatî kariye 6 sîxurên welateke biyanî di nava xwe de eşkere û binçav bike.

11 Çile 2023 - 05:04
11 Çile 2023 - 05:04
 0
Artêşa Sûriyê 6 efserên xwe binçav kir

Çapemeniya Sûriyê diyar kiriye, ew her 6 kesên tên gotin di nava artêşa Sûriyê de efserin û têkiliyên wan li gel dezgeheke îstîxbaratî ya welateke biyanî de hebûye.

Artêşa Sûriyê diyar kiriye ku, ew her 6 efserên han zaniyariyên girîng derbarê liv û tevgerên efsereke hêzên asmanî yên Îranê dane welateke biyanî û ew efserê hêzên asmanî yê Îranê jî piştî wan zaniyariyan li Sûriyê hatiye kuştin.

Wekî ku tê zanîn beriya niha Îranê ragihandibû, efsereke hêzên asmanî yê Îranê li Sûriyê ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kuştin, jiber vê çendê jî tê payîn ku, ev efserên Sûrî sîxurî bo Îsraîlê kiribin.

Ev nûçe bi tevahî 809 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:26:49