Artêşa Sûriyê û grûpa El-Fetih El-Mubeen li Çiyayê Kurdan û Sehl El-Gab şer kirin

Şer di navbera Artêşa Sûriyê û grûpên alîgirê wê û grûpa El-Fetih El-Mubeen li Çiyayê Kurdan û Sehil El-Gab derket.

14 Tîrmeh 2022 - 12:14
14 Tîrmeh 2022 - 12:14
 0
Artêşa Sûriyê û grûpa El-Fetih El-Mubeen li Çiyayê Kurdan û Sehl El-Gab şer kirin

Li gor çavkaniyên xwecehî,îro 14ê Temûzê şer di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û girûpên alîgirê wê û girûpa El-Fetih El-Mubeen li Çiyayê Kurdan li gundewarê Laziqiyê û Sehl El-Gab li gundewarê Hemayê derket.

Heman çavkaniyan ragihand, Artêşa Sûriyê navçeyên El-Fatîra, Felifel, Sefuhin û Benîn li Çiyayê Zawiyê li gundewarê başûrê Idlibê,û hink navçeyên din li Tadîl li gundewarê rojavayî Helebê bombebaran kirin,lê ti zanyarî derbarê ziyanan de nahatine belavkirin.

Duh 13ê Tîrmehê jî Artêşa Sûriyê navçeyên Bînîn, Felifel û El-Fatîra li Çiyayê Zawiye li gundewarê Idlibê topbaran kiribûn.

Ev nûçe bi tevahî 807 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:10:28