Artêşa Tirkiyê gundeki navçeya Şarbajêr bombebaran kir

Îro 22.08.2022yê balefirekî dron a artêşa Tirkiyê Çiyayê Birzut a nêzîk gundê Qamîş a ser bi bajarokê Mawet bombebaran kir.

22 Tebax 2022 - 09:59
22 Tebax 2022 - 09:59
 0
Artêşa Tirkiyê gundeki navçeya Şarbajêr bombebaran kir

Îro berî nîvro balefirekî dron a artêşa Tirkiyê sînorê gundê Qamîş a li navçeya Şarbajêr a ser bi parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kir.

Li gor zanyariyên destpêkê di bombebaranê de ti ziyanekî canî çênebûye, lê dûkeleke mezin li cîhê bombebaranê rabûye.

Derbarê bombebaranê de hîn ti daxuyaniyên fermî nehatine belav kirin.

Ev nûçe bi tevahî 799 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:25:52