Colemêrg - Efserekî destê zarokekî şikand: Gilî hat kirin
Li parêzgeha Colemêrga Bakurê Kurdistanê, ji ber ku tundî li zarokekî kiriye û destê wî şikandiye, giliyê çawişê pispor Îbrahîm Sari hat kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, çawişê pispor Îbrahîm Sari bi hinceta ku zarokek dema bîsîkletê diajot li hevjîna wî qelibiye û ew xistiye erdê, tundî li wî zarokî kir.
Di encama tundiyê de zendê zarokî şikest û ew rakirin nexweşxaneyê.
Malbata zarokî ji bo alîkariya hiqûqî serî li Şaxa Colemêrgê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da.
Li ser vê yekê, ÎHD û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) giliyê çawişê pispor Îbrahîm Sari kir.
Nûvekirina herî dawî: 12:57:00