Trump gef li Putin xwar: Dê encamên giran hebin

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku eger Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di civîna roja înê ya li Alaskayê de li ser rawestandina şer li hev neke, dê ji bo Rûsyayê “encamên giran” hebin.

14 Tebax 2025 - 11:00
14 Tebax 2025 - 11:00
 0
Trump gef li Putin xwar: Dê encamên giran hebin

Serokê Amerîkayê Trump, piştî axaftina xwe ya di çalakiyeke li Navenda Kennedyê de derbarê civîna li ser Ukraynayê ku dê 15ê Tebaxê li Alaskayê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bike ji rojnamegeran re axivî.

Trump got, beriya hevdîtina xwe ya bi Serokê Rûsyayê Putin re, wî îro bi awayekî online bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy û serokên Ewropayê re hevdîtinek kiriye û hevdîtin gelekî baş derbas bûye.

Serokê Amerîkayê got, "Hevdîtina me gelekî bi berhem bû, ez ji 10an 10 pûanan didimê" û da zanîn ku wan ji bo dawîanîna şerê Rûsya-Ukraynayê sernavên sereke nirxandine.

Trump pirsa, "Heger roja înê Putin li ser rawestandina şer li hev neke, hûn dê sizayan bisepînin?" wiha bersivand:

"Belê. Ez niha nabêjim ka dê ev siza çi bin lê dê ji bo Rûsyayê encamên giran hebin."

Ji bo hevdîtina duyemîn çiraya kesk

Trump diyar kir ku eger hevdîtina wî ya bi Putin re erênî derbas bibe, ew dixwaze civîneke duyemîn saz bike ku Serokê Rûsyayê Putin û Serokê Ukraynayê Zelenskiy li hev bicivin û got:

"Îhtimala hevdîtina duyemîn zêde ye. Eger bixwazin ez jî beşdar bibim, ez dê li wir bim."

Trump da zanîn, eger ew di civîna bi Putin re negihîje encamên ku dixwaze, hevdîtineke duyemîn çênabe.

 

Ev nûçe bi tevahî 20 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:06:32