Derbarê Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel de lêpirsîn hat destpêkirin

Siyaseta Tirkiyeyê bi du geşedanên girîng germ bû. Li aliyekî Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel îdia kir ku Şaredara Bajarê Mezin a Aydinê bi gef û şantajê neçar maye beşdarî AK Partiyê bibe, li aliyê din jî Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji ber gotinên wî yên li dijî Serokomar Erdogan, derbarê Ozel de lêpirsîn da destpêkirin.

14 Tebax 2025 - 10:58
14 Tebax 2025 - 10:58
 0
Derbarê Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel de lêpirsîn hat destpêkirin

Şaredara Bajarê Mezin a Aydinê ya CHPê Ozlem Çerçîoglu, tevî sê şaredarên navçeyên girêdayî Aydinê, biryar da ku dest ji partiya xwe berdin û beşdarî AK Partiyê bibin. 

Ev pêngav di nava CHPê de bû sedema bertekên tund. Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, derbarê mijarê de daxuyaniyeke tund da û got, AK Partiyê bi dosyeyên gendeliyê gef li Ozlem Çerçîoglu xwariye û jê re gotiye, "yan tu yê beşdarî AK Partiyê bibî, yan jî em ê te biavêjin zîndanê." Ozel da zanîn, Çerçîoglu ji ber tirsa zîndanê ev biryar daye.

Ozel: "Şerm e, ev sîstema reş a AK Partiyê ye"

Ozgur Ozel di axaftina xwe de rasterast Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir armanc û got: “Erdogan, te sê caran li Aydinê şikest xwariye. Eger tu bi dekûdolaban û bi gefên zîndankirinê bibî xwedî Aydinê, ma ez çi bêjim? Ma camêrî ev e? Baş bizane, ez ê careke din Aydinê bistînim. Şerm e. Ji ber xatirê Kemal Kiliçdaroglu me Ozlem Çerçîoglu kir namzeta şaredariyê, lê ew jî niha radestî AK Partiyê bû. Ev sîstema reş a AK Partiyê ye.”

Serdozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin

Piştî van gotinên tund, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi tometa "sivikatî û bêrêziya li hemberî Serokomarê Tirkiyê" derbarê Ozgur Ozel de lêpirsîn vekir.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç jî li ser mijarê daxuyaniyek da û gotinên Ozel weke "derbaskirina sînorên rêzdariyê" û "êrişa ser îradeya 86 milyon welatiyan" binav kir.

 

Ev nûçe bi tevahî 15 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:01:52