Hewlêr û Bexdayê li ser mekanîzma hinardekirina petrolê li hev kir
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku, wan bi Wezareta Petrolê ya Iraqê re li ser mekanîzma hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li hev kiriye.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê duh (Çarşem, 13ê Tebaxa 2025ê) di daxuyaniyekê de amaje da, “Me li ser mekanîzma hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi Wezareta Petrolê ya Iraqê re li hev kir. Ew peyman jî ji aliyê 23 endamên şandên her du aliyan ve hatiye îmzekirin, ku 17 ji wan endamên şanda Wezareta Petrolê ya Iraqê bûn.”
Wê wezaretê amaje jî da, “Ew civîn ji 17ê meha borî ve hatin destpêkirin û di vê demê de serdana hemî zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê hat kirin. Piştî nirxandina pirsgirêkên hunerî û danûstandineke zêde, li roja 11ê vê mehê li ser mekanîzma hinardekirina petrolê lihevkirin hat kirin, ku dê li gorî berhemê rojane yê zeviyên petrolê be.
Her wê wezaretê got, “50 hezar bermîlên petrolê ji bo pêdivîtiyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê tên vegirtin û berhemê din ji bo hinardekirinê radestî SOMOyê tê kirin.”
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê di dawiya wê daxuyaniyê de amaje da, “Ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, maye ku hikûmeta federal bi Hikûmeta Tirkiyeyê re biaxive û ew pêvajoy bê bicîhanîn.”
Ev peymana nû di demekê de tê ku, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya benderê Ceyhanê ji Adara sala 2023ê ve hatiye rawestandina, ew jî ji ber giliyeke Iraqê li dijî Tirkiyeyê. Li gorî rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rawestandina hinardekirina petrolê zêdetirî 50 milyar dolaran zirar daye aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê. rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî dikin ku, çi aliyekî feyde ji wê biryarê wernegirtiye.
Nûvekirina herî dawî: 13:01:23