Artêşa Îsraîlê: Me 150 armanc li Xezeyê bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê ragihand balafirên şer ên Îsraîlê 150 armanc li Xezeyê bombebaran kirine.

28 Cotmeh 2023 - 06:37
28 Cotmeh 2023 - 06:37
 0
Artêşa Îsraîlê: Me 150 armanc li Xezeyê bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê daxuyaniyek belav kir kir û tê de ragihand ku wan şeva borî û berê sibeha îro 150 “armancên bin erdê” ên li bakurê Xezeyê bombebaran kirine.

Li gorî Artêşa Îsraîlê, “tûnêl, cihên şer û pevçûnan ên bin erdê û jêrxana din a bin erdê” hatine bombebarankirin.

Artêşa Îsraîlê da zanîn ku di heman operasyonê de hejmarek çekdarên Hemasê hatine kuştin lê di derbarê vê mijarê de ti hûrgiliyên din nedane.

Şeva borî, artêşa Îsraîlê operasyoneke bejahî ya berfireh li Xezeyê da destpêkirin û ji esman jî bi dijwarî bombebaran kiribû.

Heriwha Artêşa Îsraîlê diyar kir ku êrişa bejahî li gorî êrişên din ên bejahî yên şevên derbasbûyî berfirehtir bûye.

Li aliyê din Hemasê jî ragihand ku çekdarên wan li çend eniyan rûbirûyî Artêşa Îsraîlê bûne.

Ev nûçe bi tevahî 913 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:23:16